Îro dadgeha Tirkiyeyê di çarçoveya dosyeya Şaredariya mezin ya bajarê Wanê de, civîneke din lidar xist.
Di civînê de ku Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya û hijmareke din ji endamên îdariya şaredariyê amade bûn, dadgehê piştî vergirtina îfadeyên dawî yên berpirsên girtî yên şaredariyê biryara xwe der kir.
Dadgehê Hevşaredar Bekir Kaya bi 8 sal û 3 meh zîndan mehkûm kir.
Kaya di civînê dadgehê de raste rast amade nebû belku bi rêya teledêmenê îfadeya xwe da dadgehê.
Dadgehê herwiha cezaya 2 sal û yek meh zîndanê bo 4 karmendên din yên şaredariyê der kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin