Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) bo protestokirina rewşa aborî li hemû bajarên Tirkiyê derketin kolanan.
Endamên KESK’ê bi şewitandina kartên mehaneyên xwe (bordro) xwe hikûmet hişyar kirin.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji Dengê Amerîka re got ku hikûmet dixwaze fatureya qirîzê ji kedkaran re derxîne, lê ew destûr nadin wê yekê.“Ev 16 sal in ku di bin desthilatiya AKP’ê de polîtîkayên ku tên meşandin, sîstema Tirkiyê xetimand. Ev qirîz, wek hikûmeta AKP’ê diyar dike, ji mijara Brunson yan jî xirabûna têkiliyên Tirkiyê û Amerîkayê derneketiye, ji polîtîkayên çewt yên desthilatê ew qirîz çê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin