YE hevkariya xwe ya bo Tirkiyeyê betal kir

YE hevkariya xwe bo Tirkiyeyê betal kir
کوردستان TV
100%

Biryar bû 70 milyon euro weke alîkarî bide Tirkiyeyê.

Di civîna îro ya  Parlementoya Ewrûpayê de giftûgo li ser hevkarî kirin anjî hevkarî nekirina Tirkiyeyê hate kirin û parlemento xwest ji ber binpêkirinên mafên mirovan Tirkiyeyê were ceza kirin.

Di civînê de ev pêşniyar hate pejrandin û ev 70 milyon euro ku biryar bû YE weke hevkarî pêşkêşî Tirkiyeyê bike, betal kir.

Di civîna parlementoyê de li ser vê mijarê dengdan hate kirin û di dengdanê de 544 dengên erê, 28 dengên na derketin. 78 parlementeran jî deng nedan.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.