Adil Ebdulmehdî dibe Serokwezîrê Îraqê

aliyên Îraqî li ser adil ebdulmehdî lihev kirine
کوردستان TV
100%

Hewldanên aliyên Îraqî bo ava kirina hikûmeta Îraqê didomin.

Di vê derbarê de berpirsekî lîsteya Saêrûn bi navê Raêd Fehmî diyar kir ku di çarçoveya hewldanên heyî yên aliyên siyasî yên Îraqê ên bo ava kirina hikûmeta nû û destnîşan kirina Serokwezîrê nû yê Îraqê de, aliyên Şîi li ser vê yekê ku Adil Ebdulmehdî weke Serokwezîrê Îraqê were berbijêrkirin li hev kirine.

Fehmî eşkere kir ku piştî hilbijartina Serokkomarê Îraqê vê babeta destnîşan kirina Serokwezîrê nû yê Îraqê jî were zelalkirin û Adil Ebdulmehdî dibe berbijêrê piraniya şîiyan bo vê postê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.