Mogherini û De Mistura bo Sûriyê banga peyvajoyeke nû dikin

daxwaza destpê kirina pêvajoyeke nû dikin
کوردستان TV
100%

Yekîtiya Ewrûpa (YE) di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 73yan de ser kêşeya Sûriyê civînek pêk anî.

Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên Yekîtiya Ewrûpa (YE) Federica Mogherini, di civînê de spasiya Rûsya û Tirkiyê kir.

Mogherini da zanîn ku Moskow û Enqerê, bi civîna li Soçî rê li ber komkujiyeke li Îdlibê girtiye.

Wê diyar kir ku divê bi pêşengîya NY’ê danûstandinên bo Sûriyê jinûve destpê bikin û li wir aştî pêk were.

Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê NY’ê Staffan de Misture bang li hemî aliyan kir ku bi çavdêriya NY’ê dest bi peyvajoyeke sîyasî ya nû bikin.

Misutra da zanîn ku bi peymana ser Îdlibê hêvîyên aştiyê careke din geş bûne û derî li fersendeke nû vebûye.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.