Îro Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bi fermaneke wezarî, Fermandarê operasiyonên Besreyê Cemîl Şemerî ji kar dûr xist.
Li gor çapemeniya Îraqê sedema ev biryara Serokwezîrê Îraqê ewe ku Cemîl Şemerî di dema xwepêşandanên Besreyê de rê bi hêzên ewlekarî û leşkerî daye ku êrîşî ser xwepêşanderan bikin.
Çapemeniya Îraqê herwiha eşkere kiriye ku Ebadî ferman daye ku Şemerî weke Serokê zanîngeha leşkerî ya Îraqê dest bikar bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin