Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Mass ragihand ku roj bi roj hijmara wan kompaniyên Almanî yên ku dibêjin rewşa Tirkiyeyê nebaşe di zêde bûnê deye.
Heiko Mass herwiha diyar kir ku niha hijmareke zêde ji kompaniyên Almanî wisa hizir dikin ku rewşa abûrî û ewlekarî ya Tirkiyeyê bo kar kirin û sermayegozariyê ne goncave, lewre ew kompaniyên han naxwazên li Tirkiyeyê kar bikin.
Mass diyar kir ku kompaniyên Almanî zêdetir daxwaza gerentî û baweriya qanûnî dikin û ev yek jî bi asanî li Tirkiyeyê nayê bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin