YPG`ê diyar kir ku hêzên wan çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên cîhadî lidar xistin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û tekez kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwdana Serdemê li Efrînê hêzên wan li navçeyên Raco û Şera yên ser bi Efrînê ve li hember artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê çalakiyên bi bandor pêk anîn.
YPG`ê diyar kir ku roja 24’ê Îlonê hêzên wan, li ser rêya di navbera gundê Dêr Siwan a girêdayî navçeya Şera li hember koma çete ya bi navê Firqet Hemze çalakiyek kemîn pêk anîn û wiha pê de çû:”Di encama çalakiyê de 3 çeteyên di hundirê seyareyekê de hatin kuştin û 3 çekên tîpa AK-47 hatin desteserkirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Emîr El-Ferec, Sadik El-Şerîf, Mesûd El-Sayex.”
YPG`ê destnîşan kir ku di heman rojê de yekîneyên wan li hember koma Firqet Hemze li bejahiya gundê Hec Xelîl a ser bi navçeya Raco ve çalakiyek pêk anîn û di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
YPG`ê da zanîn ku di roja 25’ê Îlonê de jî hêzên wan li herêma Nebî Hûrî ya ser bi navçeya Şera ve li hember koma çete ya bi navê Sultan Ebdulhemîd çalakiyek sûîkastê pêk anîn û di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Elî El-Omer ê ku bi eslê xwe ji Helebê ye, hate kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin