Rêxistina cîhadîst Hurras el Dîn ya ku ji Tehrîr el Şamê veqetiyabû, ragihand ku ew peymana Idlibê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye kirin, qebûl nakin.
Li gor nûçeyeke PeyamaKurd Li Idlibê Tirkiye û Rûsyayê ji bo herêma bêçek peymanek girêdabûn û bi vî rengî rêxistinên çekdar wê ji herêmê derketibana. Lê belê niha Rêxistina cîhadîst Hurras el Dîn got ku em peymanê qebûl nakin û ji herêmê jî dernakevin.
Rêxistina cîhadîst Hurras el Dîn di destpêka vê salê de ji Tehrîr el Şamê veqetiyabû û hatibû sazkirin. Di nava rêxistinê de çekdarên biyanî jî gelek in.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin