Li Tanzanyayê keştiyeke biçûk ya rêwiyan li Gola Vîktoryayê bin av bû û di encam de 100 kes canê xwe ji dest dan.
Li gor ajansên nûçeyan ji deverê, duh êvarê keştiyeke ku tê îdiakirin barê wê zêde bû li Gola Vîktoryayê bi av bûye.
Tê texmînkirin ku di keştiyê de bi sedan kes hebûn, hetanî nika cesedê 100 kesan hat dîtin.
Hat ragihandin ku keştî bi tenê 50 mêtre li dûrî benderê bû ku qeza çêbû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin