Amerîkayê li ser Iraqê, Îran hişyar kir

dibêje emê bêdeng nabin
هێزه‌ر ناوێرت: ئێران تۆمه‌تباری سه‌ره‌كی هێرشكردنه‌ سه‌ر باڵێۆزخانه‌ و كونسولخانه‌كانمانه‌ له‌نێو خاكی عێراقدا
کوردستان TV
100%

 Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert Îran ji ber tevgerên wê yên li Iraqê hişyar kir û got ku tiştekî li dijî berjewendiyên Amerîkayê bibe, Îran ji vê yekê berpirs e.

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd  Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li Washingtonê di civîna çapemeniyê de axivî û got ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û kampên PDK-Î û HDKê yên li Koyê hatin bombebarankirin. Îran dixwaze bi alîkariya milîsên xwe yên li wir, aramiya herêmê xira bike. Li Iraqê heke kesekî Amerîkî were kuştin, em ê Îranê mesûl bigirin. Divê Îran ji tevgerên wiha dûr bisekine.

Di rojên bûrî de Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê û konsulxaneya li Besrayê, rastî êrîşan hatibû û Amerîkayê ji ber van êrîşan Îran mesûl girtibû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.