QSD`ê diyar ku di şerê 24 saetên dawî de, di “Şerê Tunekirina Terorê” de 14 çete hatin kuştin û li gundê Baxoza Jorîn şer dewam dike.
Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn a qonaxa dawîn a Bagera Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
Eniya Baxoza Jorîn
Di vê eniyê de, ji şeva din ve şer dewam kir. Çeteyan hewl da ber bi noqteyên ku hêzên me rizgar kiribûn ve pêşve werin, lê hewldanên wan têk çûn. Çeteyan di êrîşa xwe de motorsîklêt, hewan û topavêj bi kar anîn. Di vê êrîşê de, gelek çete hatin kuştin û 2 şervanên me birîndar bûn. Şer heta vê kêliyê dewam dike.
Her wiha hêzên me bi pêş ve çûn û 4 noqte ji hundirê gundê Baxozê rizgar kirin. Di heman demê de, hêzên me di kolana sereke ya gund de bi pêş çûn û tîma endezyarî ya leşkerî mayina ku li kolana sereke hatibû çandin, bê bandor kir. Şer niha li hundirê gundê Baxozê dewam dike.
Eniya El-Sewsa
Hêzên me li vê eniyê bi pêş ve diçin û şerên giran di navbera hêzên me û çeteyan de rû didin. Fermandariya li vê eniyê tekez kir ku 4 çete hatin kuştin. Her wiha çete bi awayekî dijwar topan diavêjin, mayin gelek hatine çandin û çekên sekvaniyê bi kar tînin.
Şeva din di encama şerekî giran de, li vê eniyê 2 şervanên me gihaştin asta şehadetê, her wiha 2 şervanên din jî birîndar bûn. Ji şeva din heta vê kêliyê şerên giran rû didin. Hêzên me di vê eniyê de bi pêş ve çûn û noqteyek ji çeteyan rizgar kir. Çete mayin û rextên bombebarkirî bi kar tînin. Her wiha çeteyekî xwekuj xwe teqand. Di encama şerê vê eniyê de, 8 çete hatin kuştin û hinek şervanên me birîndar bûn.
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 êrîşên hewayî û 5 êrîşên bi fuzeyan li dijî baregehên çeteyan pêk anîn.
Di 24 saetên dawîn de, fermandariya eniya şer tekez kir ku 14 çete hatin kuştin, 2 şervanên me şehîd bûn û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn.”
anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin