di çarçoveya aloziyên heyî yên di navbera karker û rayedarên balefirxaneya sêsiyan ya Istenbûlê de, ev çend roj bû ku karker jiber mercên dijwar yên karkirinê girev girtibûn lê îro bûyereke din qewmî û polîs êrîşî ser karkeran kir.
Bûye di dema ketina pasek bi nava karkeran di nava meydana balefirgehê de destpê kir ku jiber vê bûyerê jî herî kêm 17 karker birîndar bûne.
Piştî vê bûyerê polîs êrîşî ser karkeran dikin ku bi gazên firmiskrêj dixwazên karkeran belav bikin lêbelê pevçûn di navbera polîs û karkeran de diqewme û di encam de hijmarek karker hatine birîndarkirin û hijmareke din jî ji aliyê polîs ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin