Girtina welatiyên Kurd ji aliyê Rejîmê ve didome

zextên rejîmê li dijî Kurdan her diçe zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, îdareya îtila`ata Hikûmeta Îranê, hejimarek ji hevwelatiyên Kurd gazî û destbiser kirine.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, piştî gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, ya li roja Çarşemî 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê), 3 welatiyên Kurd yên bi navên “Xebat û Rişad Zendî” kurê “Xalid û Moslêm Se`îdpûr” bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatine destibser kirin.

Îdareya bajarê Seqizê jî bi riya telephonê, çalakvanê medenî yên Kurd li vî bajarî yê bi navê “Eyob Cewanpûr” bi sedema piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, gefa destbiserkirinê ji wî welatiyê Kurd xwariye.

 îdareya îtlaata Spaha Pasdaran, li bajarê Rewanserê jî, du çalakvanên Kurd yên bi navên “Êdrîs û Adil Muradî” gazî kirin û lêpirsîn derheq van de encam daye.

Herwisa îdareya îtlaata bajarê Bokanê jî, du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên “Perwîz Feqî” û “Simko Sidqî” bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê destbiser kirine.

Roja Çarşemî 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) xelkê Kurdistanê li ser bangeşeya “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, derheq nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bidarvekirina 3 girtiyên siyasî yên Kurd û bombebarana binke û baregehên Partiya Demokrat, dest bi gireva seranserî kirin, her ev gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê jî rastî bertekên tund yên hêzên îtila`atê hatiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.