Mesrûr Barzanî û General Peter Dun behsa hin jimaran kir

vê hevkariya hevpeymaniya cîhanî bo pêşmerge bidome
کوردستان TV
100%

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên operasiyonên taybetê yê Kanadayê General Peter Dun û şandeke pê re kir.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Fermandariya hêzên operasiyonên taybet yê Kanadayê General Peter Dun  kir û di civînê de behsa pêşhatên dawî û hevbeşiya ewlekarî ya di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymanan li Kurdistanê de hate kirin.

Her di vê civîna han de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Kanadayê kir ku di şerê dijî DIŞIê de hevkarî û piştgîriya Kurdistanê kiriye û pêşwaziya gotinên general Peter kir ku diyar kiribû Kanada berdewam dibe weke hevbeşekî bihêz di şerê dawî anîna terorê de.

Di beşeke din ya civîna han de bi awayekî berfire behsa sedemên zêde bûna lêv û tevgerên terorîstan li Kerkûk, Diyala, Mûsil û Enbarê de hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku çareser nekirina sedemên bingehîn ya kêşeyên Îraq û deverê û herwiha sedemên civakî û abûrî bûne metirsiyeke cidî bo ser pêşkeftinên ku di şerê dijî terorê de hatine bidestxistin.

Giftûgo kirin li ser hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, yaku xwestek û daxwazên tevahiya pêkhateyan li ber çav bigire mijareke din ya vê civîna han bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.