Îro 11ê Îlonê bi fermî kempîna propagende kirina hilbijartinên 30 Îlonê yên parlementoya Kurdistanê bi biryara komîsyona hilbijartinan destpê kir.
Di vê çarçoveyê de jî her îro partiya demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê bi amade bûna Serok Barzanî bi fermî dest bi kempîna xwe ya propagendeyê kir.
Di destpêka merasima han de berbijêrên PDKê çûne ser dike û xwe ji dengderan re dane nasîn û behsa armanc û bernameya lîsteya 183 yaku lîsteya PDKê ye kir.
Pişt re jî Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya pêvajoyê û herwiha girîngiya hilbijartinên 30 Îlonê.
Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de diyar kir ku di demekê de ku dest bi propagendeyê tê kirin ku di nava salvegera şoreşa mezin ya Îlonê dene.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku PDK di dîroka têkoşîna xwe de ti car weke neyar û nehezên Kurdistanê kareke xirab û dijî pîvanên însanî nekiriye û nake.
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji endam, alîgir û kadroyên PDKê kir ku proseseke aram û şaşaf ya propagendeyê birêve bibin û bi ti awayî êrîşî ti kes û aliyek neken û bersifa êrîşên ti kes û aliyekê jî nedin.
Serok Barzanî anî ziman ku lazime berbijêr, endam, kadro û alîgirên PDKê behsa xebat, dîrok, têkoşîn û destkeftên PDKê bikin, behsa kemasiyên PDKê jî bikin, sozên ku nikarin cîhbicîh bikin nabe bidin.
Serok Barzanî balkêşande ser vê yekê ku lazime jiber neçe ku ev PDK bû ku karî plana nehêştina Kurdistan û destkeftên gelê Kurdistanê ya dagîrker û neyaran serkeftî be, eger PDK nebûbaya vê niha li Hewlêrê kesên din, xelkên din hikimê gelê Kurdistanê kiribana lêbelê qehremaniya pêşmerge, PDK û berxwedana xelkê Kurdistanê ev pilan pûç kir.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku lazime behsa vê yekê were kirin ku kê, DIŞI ji nav bir? Kî Kurdistan, gelê Kurdistanê, û destkeftên gelê Kurdistanê parastiye û diparêze?
Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de daxwaz ji endam, alîgir, kadro û berbijêrên PDKê kir ku hewlên xwe bo ser xistina lîsteya 183an bi tevger bikin, jiber ku PDK çende bihêz be vê Kurdistan jî ewqas bihêz be.
Serok Barzanî balkêşande ser vê yekê, lazime bersifeke tund di dema dengdanê de ji wan kesan re were dayîn ku wisa hizir dikirin PDK namîne, lêbelê dîtin ku PDK bû yekem partî li ser asta îraq û Kurdistanê.
Serok Barzanî bi gotina: Xwe neçemînin ber bi pêş ve biçin dawî bi gotara xwe anî û hêviya serkeftinê ji lîsteya PDKê re xwest.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin