Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence dohê êwarê peywendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir.
Cîgirê Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Kurdistanê, di peywendiya telefonî de behsa rola Kurdistanê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraqê kirin û pêdagirî jî li ser stratijiya hevpar navbera Herêma Kurdistanê û wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kirin.
Barzanî ji bona alîkarî kirina Kurdistanê û Îraqê li şerê dijî terorê spasiya Amerîkayê kir. Her wiha pêdagirî li ser alîkarî û hemahenya pitir navbera her du aliyan ji bo serketina yekcarî bi ser terorê li Îraqê kir.
Cîgirê Serokê Amerîkayê tevî vê yekê ku pesna rol û egîdiya Pêşmerge li şerê dijî terorê kir, ji bona bi hev re jiyan û azadiya olî li Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîr kir.
Her du aliyan li dawiyê jî pêdagirî li ser karê hevpar û hemahengî ji bo yarmetîdana koçber û pêkhatî yên olî li Îraq ji bo vegeryan bo ser cih û malên xwe kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin