Serokwezîrê Kurdistanê û balyozê Ispanyayê behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Ispanyayê yê li Bexdayê Juan José Escobar Stemmann û şandeke pê re kir.
Di civînê de balyozê Ispanyayê Juan José Escobar Stemmann kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina xwe li gel Serokwezîr diyar kir û behsa rewşa siyasî ya Îraqê û têkiliyên li gel Kurdistan û Ispanyayê jî kir.
Juan José Escobar Stemmann di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser xwesteka welatê xwe bo zêdetir kirina têkiliyên xwe li gel Kurdistanê di her warî de kir û jiber pêwşazî kirina ji penaber û awareyên şerê terorê jî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana balyozê Ispanyayê kir û hêviya serkeftinê ji re xwest.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku Kurdistan û hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke gelek zêde didin têkiliyên xwe yên li gel Ispanyayê.
Di beşeke din ya civînê de rewşa Îraqê, mijara ava kirina hikûmeta nû , diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraqê, rola hêzên hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ya di prosesa ava kirina hikûmeta Îraqê de hate nirxandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin