Di vê derbarê de berpirsê şaxê 15an ya PDKê ya li Xaneqînê Şêx Cefer Şêx Mistefa ji Kurdistantvê re ragihand ku şeva derbasbûyî termên 4 welatiyên Kurd ku du ji wan pêşmerge ne hatine dîtin.
Şêx Cefer eşkere kir ku ev her çar welatiyên Kurd ji aliyê komeke çekdar ve hatine serjêkirin û hîn jî nayê zanîn ka ev koma çekdar ser bi kîj aliyane.
Şêx Cefer bi vê awayî behsa vê bûyerê dike; Beriya çend rojan 6 ciwanên Kurd li Xaneqînê, diçin nava mezreyeyekê û di nava rê de hijmareke çekdarên nenas êrîşî ser wan dikin, du ji wan ciwanan xwe rizgar dikin lêbelê 4 ciwanên din dikevin destê wan çekdaran, piştî çend rojan, şeva derbabsûyî termên wan her çar ciwanan bi serjêkirî hatine dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin