Amerîka çalakiyên balyozxaneya xwe rawestand

kar û çalakiyên xwe rawestandiye
کوردستان TV
100%

Îro wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku jiber rewşa aloz ya Besre û Îraqê, biryar hatiye dayîn ku bo demekê, kar û çalakiyên balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê werin rawestandin.

Di daxuyaniya han de rewşa aloz ya Besre û nakokiyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de, weke sedema vê biryarê hatine diyarkirin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de wezareta derve ya Amerîkayê daxwaz ji welatiyên Amerîkî kiriye daku li Bexda û Besreyê eger hewce nebe negerin û gelek hayedar bin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.