Rewşa Besreyê her diçe aloztir dibe

hêzên ewlekarî ketine amadebaşî
کوردستان TV
100%

Piştî ku di rojên derbasbûyî de jiber pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî yên li Besreyê de hijmareke zêde xepêşander hatin kuştin, niha rewşa vê bajarê aloztir bûye û hikûmeta Îraqê jî gelek ditirse ku li Besreyê raperîneke mezin destpê bike û tevahiya bajarên din yên Îraqê bide ber xwe.

Her di vê çarçoveyê de hikûmeta Îraqê hêzeke zêde ya leşkerî şandiye bajarê Besreyê û tevahiya kolan û taxên vê bajarê ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine dorpêçkirin.

Herwiha tê gotin ku dîsa li Besreyê qedexeya hatûçûyê hatiye ragihandin.

Weke tê zanîn biryar bû ku dohê li ser daxwaza Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir parlemen û hikûmeta Îraqê bo çareserkirina rewşa Besreyê bicivin lêbelê jiber nakokiyên navbera aliyan de ev civîn nehat lidarxistin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.