Mesrûr Barzanî: Lazime rewşa Kerkûkê di çarçoveya destûrê de were çareserkirin

dibêje rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin
کوردستان TV
100%

Di civînê de behsa berfiretir kirina têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê hate kirin.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya birêvebirê navenda hemahengî li Kurdistanê  General Joseph Anderson kir.

Di destpêka civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember topbaran kirina navendên hizba demokrat li Koyeyê diyar kir û serxweşî li kesûkarêan şehîdan kir û hêviya bilez çê bûnê jî ji bo birîndaran xwest.

Di berdewamiya civîna han de behsa pêşhatên siyasî, leşkerî û ewlekarî yên deverê hate kirin û her du alî tekez li ser hemahengiya zêdetir di navebra hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan di çarçoveya bernameya karpêkirî kir.

Mesrûr Barzanî û şanda Amerîkî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşandine ser dubare organîze kirin û zêdetir kirina prosesa perwerdehiya hêzên pêşmerge û hate gotin ku bihêz bûna pêşmerge dibe sedema aramiyê li deverê de.

Di beşeke din ya civîna han de behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê bi giştî û rewşa Kerkûkê bi taybetî hate kirin û hate gotin ku tişta li wir diqewmiye cêyê dilgiraniye û lazime sedemên dilgiraniyan nemînin.

Her di vê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand ku li gor me Kerkûk hatiye dagîrkirin û tiştên diqewmin nayên qebûlkirin û lazime di çarçoveya xalên destûrê de rewşa Kerkûkê were çareserkirin.

Di dawiya civîna han de her du alî behsa bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime ev têkiliyên han bibin têkiliyên steratejîkî.

Behsa zêdetir bûna kiriyarên komên terorîst jî hate kirin û hate gotin ku eger bi cidî bo çareser kirina kêşeyên heyî pêngav neyên avêtin vê demê tê payîn ku di pêşerojê de di bin nav û formên din de vegerin û rewşa deverê aloztir bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.