Îro civata Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî hate lidarxistin.
Di civînê de behsa çend mijarên girîng hate kirin û piştî civînê jî Cîgirê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re diyar kir ku vê şanda PDKê, sibê li gel rayedarên YNKê bo giftûgo kirin li ser çawetiya beşdarî kirina Kurd di hikûmeta Îraqê de dicive.
Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku em weke PDKê hertim berejwendiyên gelê Kurdistanê û berejwendiyê nîştimanî li ber çav digirin û li ser vê esasê biryarên xwe didin.
Derbarê hilbijartên 30 Îlonê de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku vê hilbijartin di dema xwe ya diyar kirî de werin kirin û ti hincet û sedemek bo paş xistina hilbijartinan tuneye.
Derbarê beşdariya Kurd di hikûmeta nû ya Îraqê de Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku em di hewldanên xwe de yên bo yek xistina aliyên Kurdî li Bexdayê berdewamin û em dixwazin Kurd bi yek deng û yek helwest biçe Bexdayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin