Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamnameya civîna ku duh ji aliye MSD`ê ve li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê aşkere kir.
Di encamnameyê de ev tişt hate gotin: Rêveberiyeke hevbeş û xizmetguzarî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji biryarên kongreya 3`mîn a MSD`ê bû.
MSD`ê di 3`mîn kongreya xwe de ku di 16`ê Tîrmehê de li bajarê Tebqayê hate lidarxistin biryar da ku rêveberiyeke hevbeş di navbera herêmên rizgarkirî û rêveberiyên xweser a Demokrtîk ên herêmên Bakurê Sûriyê de were avakirin.
Li ser vî esasî Komîteya Amadekar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6/9/2018`an de civîna xwe bi tevlîbûna 70 endamên rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda MSD`ê ya li navçeya Eyn Îsa lidar xist.
Hevserokên meclisên herêmî yên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîr û Efrînê, nûnerên QSD`ê, saziyên civaka sivîl û hêzên niştimanî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 70`î endamî pêk tê hate avakirin. Dabeşkirina wan wiha ye:
- 49 Endamên Meclisa Zagonsaz ên herêmên rêveberiya xweser û meclisên sivîl, 21 kesên pispor di xebatên xwe de ji aliyê komîteya amadekar ve û piştî nîqaşan hatin erêkirin.
Her wiha Sîham Qeryo û Ferîd Etî weke Hevserokên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin. Dîwana giştî ya meclisê ji 5 endam û Hevseroka Desteya Rêveber Bêrîvan Mihemed û Ebd Hamid El-Mehbaş hatin hilbijartin.
Di heman demê de, hevpeymana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Meclisa Giştî ve hate erêkirin.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin