Parlementoya Îraqê sibê dicive

vê sibê li ser rewşa Besreyê giftûgo were kirin
کوردستان TV
100%

Piştî ku rewşa Besreyê aloz bû û çend xwepêşander ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatin kuştin, Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz kiribû ku bilez hikûmet û parlementoya Îraqê bo çareser kirina kêşeyên Besreyê bicivin.

Sedir sê roj dem ji bo hikûmeta Îraqê destnîşan kiribû, lê dohê bi şev jî dîsa rewşa Besreyê aloztir bû, çend xwepêşanderên din hatin kuştin, hijmareke zêde ji dazgeh û saziyên fermî hatin şewtandin, rêya navbera Bexda û Besreyê jî hate daxistin. Piştî wan bûyeran, hikûmet û parlementoya Îraqê jî dest bi lezê kirin û parlementoya Îraqê vê sibê bo giftgûo kirin li ser rewşa Besreyê civîneke bilez li dar bixe.

Ev civîn di demekê de tê lidarxistin ku Sedir sê roj dem diyar kiribû û beriya ku ev dem bi dawî were parlemen dicive lêbelê xelkê Besreyê dibêjin em nebawerin ku di civînê de kêşeyên heyî yên Besreyê werin çareserkirin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.