Di çarçoveya xwepêşandan û aloziyên heyî yên li Besreyê de, piştî ku di rojên derbasbûyî de bi giştî nêzî 17 kesan hatin kuştin û zêdetir ji 100 kesên din jî birîndar bûn, îro careke din xwepêşandan destpê kir.
Xwepêşander îro weke yeke pêngav derî û rêya bendera Om Qesr ku yek ji benderên herî mezin ya Îraqê ye daxistin.
Her di vê çarçoveyê de beşeke din ji xwepêşanderan, êrîşî ser rafîneyeke mezin ya petrolê kirin û ev rafîneya han jî kontrol kirin.
Rewşa Besreyê aloze, xwepêşandan jî dom dikin û tê payîn ku li parêzgehên din yên Îraê bo piştgîrî kirina Besreyê sibê xwepêşandanên mezin werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin