Kasibkarekî Kurd hate kuştin

her roj yek anjî du kasibkar tên kuştin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya êrîşên hêzên çekdar yên Îranê ên bo ser kolbar û kasibkarên Kurd de, kasibkarekî din li Serdeştê hate kuştin.

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê  îro çarşem li gundê Gevlanê ya ser bi Serdeştê, hêzên çekdar yên Îranê gole li ser kasibkarên Kurd reşandine û di encam de kasibkarekî Kurd bi navê Nasir Ibrahîmzade canê xwe ji dest daye.

Hêjayê gotinê ye ku rojane hêzên çekdar yên Îranê gole li ser kasibkarên Kurd direşênin û her roj yek anjî du kasibkarên Kurd ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve têne qetilkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.