Di çarçoveya topbaran û bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, îro careke din artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna navendên gerîlayên PKKê çend dever û navçeyên ser bi herêma Biradostê bi tundî topbaran kir.
Li gor zaniyariyên ku ji şêniyên wan deveran hatine bidest xistin di encama topbarana ku di seat 7 û 30 dîqîqeyên sibê de dest pê kiriye agireke mezin li çend deveran weke çiyayê Kewertê, çiyayê Dilê û geliya Xakûrkê ber bûye û rûbereke mezin ji daristanên wan deveran hatine şewtandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin