Piştî aloz bûna rewşa Besreyê û dom kirina şer û pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî yên li Besreyê, îro Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bi mebesta aram kirina rewşa Besreyê bilez serdana vê bajarê kir.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ku li gel hijmarek ji parlementerên Besreyê serdana vê bajarê kiriye, li gel rayedarên parêzgehê bo giftûgo kirin li ser çawetiya aram kirina rewşa Besreyê û pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi şêniyên vê bajarê, civiya.
Ji aliyeke din ve jî her îro Serok Eşîrên Besreyê behsa vê yekê kirin ku ev ti carî bawerî bi rayedarên Bexdayê nakin jiber ku heta niha gelek soz dane û sozên xwe bicîh neanîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin