Li Brezîlyayê agir bi muzeyê ketiye

zirareke mezin ketiye mûzexaneyê
کوردستان TV
100%

Duh bi şev li Rio de Jenarioyê agir bi Muzeya Netewî ketiye. Muzeya 200 salî di encama şewatê de xisareke mezin dîtiye û gelek tiştên di navê de bûne xwelî.

Duh bi şev li Brezîlyayê agir bi Muzeya Netewî ketiye. Muzeya ku li bajarê Rio de Jenarioyê bûye, ya herî kevn û herî mezin bûye.

Sedema derketina agirî nehatiye zanîn lê tê texmînkirin ku li muzeya 200 salî bi qasî 20 milyon bermahiyên dîrokî xisar dîtibin.

Muze li avahiya Malbata Qralên Portekîz ên kevin bûye. Li muzeyê hestiyê 12 hezar salî yê jinekê, perçeyên hestiyên dînazoran û gelek bermahiyên din hebûne.

Muze sala 1818yê ji hêla Qralê 5em ê bi navê Joaoyî ve ji bo gencîneyên binirx û netewî bên veşartin û parastin hatibû avakirin.

Serokê Dewletê: Nirxê tiştên winda bûne, nayê pîvan

Michel Temer Serokdewletê Brezilyayê demeke berê bi hinceta “teserufê” budçeya ji bo perwerde û zanyariyan dihate veqetandin kêm kiribû. Temerî li ser agirê li muzeyê gotiye, nirxê tiştên winda bûne nayê pîvan:

“Îro ji bo çanda welatê me rojeke trajîk e. Lêkolîn û danehevên 200 salî tune bûne.”

Bianet

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.