Eşîrên Besreyê çek heldigirin

vê li dijî hikûmetê çek bikar bînin
هۆزه‌كانی به‌سڕا له‌ دژی هێزه‌ ئه‌منییه‌كانی عێڕاق ده‌ستیان دایه‌ چه‌ك
کوردستان TV
100%

Piştî berfire bûna aloziyên heyî yên li Besreyê û êrîşî hêzên ewlekarî yên Îraqê bo ser xwepêşanderan li vê bajarê, îro eşîrên bajarê Besreyê biryareke hevbeş dane.

Li gor vê biryara han vê ji niha û pêde tevahiya endamên eşîrên Besreyê xwe bi çek bikin û eger di dema xwepêşandanan de hêzên polîs û ewlekarî gole li ser xwepêşanderan reşandin, vê demê vê xwepêşander jî bersifa wan bidin.

Li hember de jî jêderên ewlekarî yên Îraqê jî belav kirin ku îro li du taxên Besreyê pevçûneke dijwar di navbera hêzên ewlekarî û xwepêşanderan de qewmiye û piştî ku hêzên ewlekarî bi gaza firmêsikrêj xwestine xwepêşanderan belav bikin, pevçûn derketiye û hêzên ewlekarî jî neçar bûne goleyên rastîn bikar bînin û xwepêşanderan jî bi çek bersifa hêzên ewlekarî yên Îraqê dane.

 

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.