Bi amadebûna Serok Barzanî kongreya 8an ya yekîtiya jinên Kurdistanê hat lidar xistin

Serok Barzanî pêşengehek jî vekir
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê bi çavdêrî û amadebûna Serok Barzanî, Kongreya 8an yaYekîtiya Jinên Kurdistanê bi nav nîşana (Niştiman) û bi diroşma (Şiyana jinê civaka pêşketî) hat lidarxistin.

Berî destpêkirina kongreyê, Serok Barzanî pêşangehekî fotografî û karê destî ku beşek ji çanda Kurdewarî bû  û hîmayek bû bo kar û çalakiyên yekîtiya jinan vekir.

Pişt re Sekretera yekîtiya jinên Kurdistanê Doktore Viyan Silêman bi navê rêxistinê û endamên kongreyê, bi xêrhatina Serok Barzanî kir û balkişande ser palpiştiya Serok Barzanî ya ji bo karê rêxistinî û pirsên jinan û spasî helwestên Serok Barzanî kir.

Pişt re çend gotar û peyv derbarê rol û çalakiyên yekîtiya jinên Kurdistan êdi nava qonaxên curbicur yên bizava rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de hatin pêşkêşkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.