Terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundekê Kerkûkê kirin

7 kesên medenî hatine kuştin
داعش هێرشی كرده‌ سه‌ر گوندێكی باشووری كه‌ركووك
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de jêderekî ewlekarî ji ajansa Şefeq News re ragihandiye ku îro duşem danê sibê hijmareke terorîstên DIŞIê êrîşeke berfire kirine ser gundê Yaycî ya li Başûrê Kerkûkê.

Jêderê han diyar kiriye ku di encama êrîşa han de 7 welatiyên medenî yên ku şêniyên vê gundê bûne hatine kuştin û polîsek jî birîndar bûye.

Ev demeke êrîşên terorîstên DIŞIê li naverast û Başûrê Îraqê gelek zêde bûne û rojane terorîst êrîşan pêk tînin û xelkê medenî û endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê dikujin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.