SOHR: Danûstandinên ser Îdlibê didomin

rejîm bajar dorpêç kiriye
کوردستان TV
100%

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îdia kir ku bi Heyet Tahrîr Şam re, ku peywendiyên wê bi El Qaydê re hene û 60 ji sedê Îdlibê di bin kontrola wê de ye, ser belavbûna wê danûstandin têne kirin.

Berpirsê SOHR’ê Ramî Abdul Rahman ji AFP’ê re da zanîn ku ‘’danûstandin Tirkiyê û Heyet Tahrîr Şam didomin’’

Abdul Rahman diyar kir ku Rûsya dide zanîn ku bo operasyoneke berfireh neyê kirin divê tifaqa Heyet Tahrîr Şam ji hev belav be.

Abdul Rahman da zanîn ku destpêka operasyonê girêdayî serketin yan têkçûna danûstandinan e.

Ajansa Ibaa, ku wek ajansa propaganda ya Heyet Tahrîr Şam tê zanîn, dîyar kir ku tifaq dikare di nav xwe de belavbûnê nîqaş bike û hêzên herêmî û yên derve nikarin bi zorê vê yekê kirin bidin.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.