Îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê enerijiya Rûsyeya Federal Pavel Sorokin û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê wezîrê enerjiya Rûsyeyê Pavel Sorokin behsa wan tehdîdên ku gelê Kurdistanê derbas kiriye kir û kêfxweşiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku Herêma Kurdistanê ji ramî wan kêşe û arîşeyan di pêşketina berdewamdaye û eşkere kir ku Kurdistanê ji bo Rûsyeyê girîngiyeke xwe ya taybet heye û paşarojeke geş li benda Kurdistanê ye.
Sorokin daxwaz jî kir peywendiyên di navbera Rûsya û Kurdistanê di warên petrol, enerjî, teknelojiya nû û warên din de jî berfirehtir bibin.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasî helwesta dostane ya Rûsye û Serokê vê welatî Vladimir Putin kir ku li hember gelê Kurdistanê raber kiriye.
Serok Barzanî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsyeyê jî kir û ev têkiliyên han bi dîrokî û dostane wesif kir û tekez li ser wê yekê kir ku di hemû waran da piştevaniyê pêşxistin û berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Kurdistanê û Rûsyayê de dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin