Nûnerê navneteweyî li Sûriyeyê Staffan de Mistura bang li dîplomatên gelek welatan kir da ku berê xwe bidin Cinêvê ji bo ku di 14`ê Îlonê de bi Komîteya Destûrê re nîqaşan bikin.
Li gor nûçeyeke anha Seroka Navenda Çapemiyê ya buroya Netewên Yekbûyî (NY) li Cinêvê Alasarend Vilotchi di daxuyaniyeke çapemeniyê de roja Sêşemê got Nûnerê Navnetewî yê Taybet li Sûriyeyê bang li Misr, Fransa, Almanya, Urdin, Erebistanê Siûdî, Brîtanya û NY`yê kir ku di 14`ê Îlonê de tevlî nîqaşên hevbeş bibin.
De Mistura bi vê yekê dixwaze nîqaşên ku di 25`ê Hezîranê de hatin lidarxistin, bidomînin û aliyê siyasî nîqaş bikin û di nav de keda navneteweyî di avakirina Komîteya Destûrî de bi nûnerên dewletan re nîqaş bikin.
Staffan de Mistura di 24`ê Tebaxê de bang li Îran, Rûsya û Tirkiyeyê kiribû ku der barê Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê de tev li hevpeyvînên ku dê di Îlonê de li Cinêvê werin lidarxistin, bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin