Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Mêrgesorê belav kir ku îro înê, ciwanekî temen 17 sal yê Hewlêrê yê bi navê Îbrahîm Bîston Reşîd li nêzî eşkevta Şaneder ya li devera Barzanî bi mebesta avjeniyê xwe avêtiye nava ava rûbara Zêya mezin.
Lêbelê jiber nezanîna avjeniyê di nava avê de fetisiye û canê xwe ji dest daye.
Li gor gotinên peyamnêrê, tîmên avjenî û hawar hatinê yên li deverê çûne cêyê bûyerê û heta niha jî nikarîne termê vî welatî ji avê derbixin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin