Riwangeha mafên mirovan ya Sûriyeyê raportek derbarê rewşa Efîrên û kiriyarên cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yên li Efrînê weşand.
Di vê raporta han de hatiye nivîsandin ku cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li bajarê Efrîn û derdorê gelek karên dij însanî dikin û rojane bi sedan car mafên şêniyên Efrînê binpê dikin.
Di beşeke din ya vê raporta han de bahsa vê yekê hatiye kirin ku cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê rojane bi awayekî berdewam, dijî ji malên şêniyên Efrînê dikin, dest bi ser mal û milkên şêniyên Efrînê digirin, mafên seretayî yên jiyanê yên şêniyên Efrînê binpê dikin.
Di berdewamiya vê raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku zextên wan cîhadiyan bo ser şêniyên Efrînê roj bi roj zêdetir dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin