Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê beriya sê rojan ciwanekî Kurd yê bi navê Tewhîd Heqdar yê ku xelkê bajarê Selmasê bûye, li ser sînorê Şinoyê ji aliyê çekdarên Îranî ve hatiye qetilkirin.
Jêderên han diyar kirin ku çekdarên Îranî rast rast gole berdane vî ciwanî û dem li dest canê xwe ji dest daye.
Niha termê vî li nûjdariya dadî ya li Nixdeyêye û ji malbeta vî re nehatiye radestkirin.
Dohê jî li Kirmaşanê hêzên Îranî gole li ser tirimbîla welatiyekî Kurd reşandibûn û di encam de welatiyeke din canê xwe ji dest dabû û du welatiyên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin