PDK hêvî dike cejn bibe sedema pêşerojeke geş bo gelê Kurdistanê

hêviya pêşerojeke geş bo gelê Kurdistanê dixwaze
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta hatina cejna qurbanê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî malbet û kesûkarên şehîdan, hêzên pêşmerge û kadro û hevalên xwe û misilmanên Kurdistan û cîhanê kiriye.

Mekteb siyasiya PDKê herwiha hêvî xwestiye ku gelê Kurdistanê hertim asûde û bextewer be û her rojek jî jê re cejn û şadî be.

PDK herwiha dibêje ku cejna qurbanê cejna tebayî, biratî û lêbûrînê ye û xwedan peyama aştî û xêr û xweşiyê ye jiber vê çendê jî hêvî dikin ku cejna qurbanê bibe sedema bihêztir kirina rêhê lêbûrîn û biratiyê û bihevre jiyanê.

PDK di beşeke din ya peyama xwe de hêvî xwestiye ku cejn bibe sedema pêşerojeke geş bo gelê Kurdistanê û Kurdistan jî hertim li pêşkeftin, aramî û awedanî de be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.