Serok Barzanî û McGurk behsa şerê dijî DIŞIê kirin

behsa şerê dijî DIŞIê û ava kirina hikûmeta nû kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê Brett McGurk kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexda û konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî tê de amadebûn, giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî yên siyasî û guhertinên meydanî yên di warê şerê dijî DIŞIê li Sûriye û Rojavayê Îraqê de hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de her du aliyan behsa hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û hevkêşeyên nû û prosesa siyasiya Îraqê kirin û di vê derbarê de jî Serok Barzanî diyar kir ku tişta ku li cem Kurd girînge, pêbendî û girêdayî bûna aliyên Îraqiye bi pirensîbên hevpariya rastîn di birêvebirina welat de û herwiha hebûna gerentî û mekanîzmeke berçav û eşkere bo cîhbicîh kirina hevpariyê û rêkeftinên heyî.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.