Xelkê bajarê Merîwanê bi agirberdana şaredariyê nerazîbûna xwe nîşan dan

xelkê Merîwanê bi çalakiyeke balkêş şaredarî protesto kirin
کوردستان TV
100%

welatiyên bajarê Merîwanê, bi sedema paqijnekirina kirsên vî bajarî ji aliyê şaredariyê ve, û bi nîşaneya nerazîbûnê agir berdane şaredariya vî bajarî.

Şeva derbazbûyî, 29`ê Gelawêjê, welatiyên bajarê Merîwanê kirs û paşmayiyên malên xwe, li pêşberî avahiya şaredariya vî bajarî kom kirin û agir berdanê.

Nerazîbûnên hevwelatiyên bajarê Merîwanê, ji wir ve çavkanî digre ku, ji ber komnekirina kirsê ji aliyê şaredariyê di nav bajêr de, bû sedem ku xelkê vî bajarî nerazîbûna xwe nîşan bide.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ragehandiye ku ev nêzîk bi 35 salan e ku şaredariya Merîwanê kirs û paşmayiyên vî bajêrî li cihê bi navê “Esraw” kom dike, û niha xelkê vî gundî jî îzna komkirina kirs li nêzîk gundê xwe nedane, û niha ev heyama 10 rojan e ku şaredariyê kirs û paşmayiya xwarinê di nav bajêr de kom nekirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.