Li Hewlêrê 64 tawanbar hatin girtin

hijmareke tawanên curbicur kirine
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê di konferanseke çapemenî de diyar kir ku hêzên polîs karîne li Hewlêr û derdorê bi giştî 64 tawanbar ku ji aliyê dadgehê ve biryara girtina han hatiye derkirin, binçav bike.

Li gor birêveberatiya polîsê Hewlêrê ev kesên han di demên derbasbûyî de tawanan curbicur kirine û ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatiye derkirin û polîs jî li gor biryara dadgehê ew tawanbarên han binçav kiriye.

Polîs dibêje ku 39 ji wan tawanbaran ji ber kuştina kesên din, 16 kes li ser dizî kirinê û 9 kesên din jî jiber tawanên curbicur hatine girtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.