Îro bi amadebûna rayedarên ewlekarî yên Îraq û Kurdistanê, rêya navbera Hewlêrê û Kerkûkê ku zêdetir ji 10 mehane hatibû daxistin, hate vekirin.
Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêrê niha tirimbîlên taybetî dikarin di vê rêya han de hatûçû bikin lêbelê tirimbîlên mezin niha nikarên hatû çû bikin.
Li gor daxuyaniya han, niha pireke demkî hatiye çêkirin û biryare piştî cejna qurbanê jî hikûmeta Îraqê pireke mezin li deverê de çê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin