Îro hikûmeta Siûdiyeyê belav kir ku bi mebesta avedan kirin û cîhbicîh kirina projeyên curbicur û xizmet kirina wan koçberên ku vedigerin Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê vê 100 miliyon dolar hevkariya wan deveran bike.
Hikûmeta Siûdiyeyê diyar kiriye ku ev hevkarî bo avedan kirina wan deveran dibin ku ji aliyê hevpeymaniya cîhanî û HSDê ve ji destê DIŞIê hatine azadkirin.
Ji aliyeke din ve jî Amerîka kêfxweşiya xwe ya li hember ev biryara Siûdiyeyê diyar kir.
Weke tê zanîn ku piraniya Bakûrê Sûriye û Rojhilatê Sûriyeyê di destê HSDê deye ku YPG pêşengiya vê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin