Biryare îro înê, li piraniya parêzgeh û bajarên Başûrê Îraqê de li dijî hikûmeta vê welatî, xwepêşandanên girseyî werin lidarxistin.
Di vê derbarê de çapemeniya Îraqê belav kir ku li Besreyê xelk dîsa daketiye qadan û li dijî hikûmetê diroşmeyan dibêje.
Çapemeniya Îraqê behsa vê yekê jî dike ku xwepêşander gelek acizin û dibêjin rayedarên Bexdayê pere dane Serok Eşîran daku rê nedin endamên eşîrên wan beşdarî di xwepêşandanan de bikin.
Ji aliyeke din ve hikûmeta Îraqê jî hêzên leşkerî xistiye amadebaşiyê û di nava bajaran de gelek polîs û hêzên ewlekarî hatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin