Bi fermana Bexdayê zimanê Kurdî hate qedexe kirin

bi biryara Bexdayê zimanê Kurdî hatiye qedexe kirin
کوردستان TV
100%

Li gor biryara wezareta petrolê ya Îraqê, bikar anîna zimanê Kurdî li kompaniya Bakûr( kompaniya petrola Kerkûkê, yaku ser bi hikûmeta Îraqê ye) qedexeye.

Li gor biryara han bo parastina zimanê Erebî, bikar anîna her cure ziman û zaraveyên din ji bilî Erebî di karûbarên fermî û îdarî yên kompaniya petrola Bakûr de qedexeye.

Ev biryara han ya wezareta petrola Îraqê piştî vê yekê tê ku piştî îxaneta 16ê Cotmehê, tevahiya postên îdarî yên Kerkûkê ji Kurdan hatine stendin û prosesa bi erebkirinê li parêzgeha Kerkûk û derdorê dîsa destpê kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.