Îro 16ê Tebaxê salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Mele Mistefa Barzaniyê Nemire.
Îro 72 sal bi ser temena siyasî û xebat û têkoşîna partiya demorkata Kurdistanê de derbas dibe û PDK di temena xwe ya 72 salî de pêşengî û Serkirdatiya tevgera azadîxwaziya gelê Kurdistanê kiriye.
Li gel vê yekê jî PDK di nava têkoşîna bizava azadîxwaziya gelê Kurdistanê de çendîn qonax û pêvajoyên dijwar derbas kiriye û rol û pêgeheke gelek mezin di nava dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de bidest xistiye.
PDK ku beriya 72 salan hatiye damezrandin heta niha 13 kongreyên xwe lidar xistiye û niha jî yekemê Kurdistanê û Îraqê ye.
PDK di temena 72 saliya xwe de çendîn destkeftên gelek mezin û dîrokî bidest xistiye û hîn jî berdewame li ser têkoşîna xwe ya azadîxwazî.
Herwiha îro jî roja jidayikbûna Serok Barzanî ye, Serok Barzanî jî di 16ê Tebaxa 1946an li Mehabadê di dema komara Mehabadê de jidayik bûye.
Bi minasebeta wan her du bîranîn han îro li seraserê Kurdistanê çendîn çalakiyên curbicur hatin lidarxistin û ew her du yadên han hatin pîrozkirin.
Her îro bi minasebeta 72 saliya temena PDKê li Hewlêrê Serok Barzanî bi merasimeke girseyî xelata Barzaniyê Nemir pêşkêşî hijmareke têkoşerên Kurd û şehîdên Kurd û Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin