Mike Pence: Tirkiye bila Trump test neke

Amerîka hişdarî dide Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ji Twitterê bang li Tirkiyê kir ku Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson berde û da zanîn ku heta ku Brunson vedigere mal ewê ji ya xwe ‘’neyên xwarê’’

Pence diyar kir ku Brunson ‘’zilamekî bêgunehe û li gor dadê divê ew were berdan.

Pence got: Tirkiye ger daxwaza Serok Trump ya bo berdana Amerîkîyên ku bi awayekî neheq li axên bîyan hatine girtin test neke, ewê rind bibe.

Pence da zanîn ku ew û Trump heta ku Brunson tê berdan û vedigere malbat, heval û dêra xwe ya li Amerîka, ewê ji ya neyên xwarê.

Cîgirê Serokê Amerîka da zanîn ku hemî Amerîkî, bo Brunson û xanima wî Noreen, heta ku ew vedigere mala xwe dua bikin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.