Pasdarên Îranê kolberekî dî jî kuştin

kuştina kolberên kurd bûye karê rojane ya spaha pasdaran
کوردستان TV
100%

 Li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê kolberekî dî jî kuştin.

Malpera Rêxistina Hengawê ragihand ku vê sibehê li herêma Kanî Zerdê li nêzîkî bajarê Pîranşarê leşkerên Îranê êrîşî kolberên Kurd kirin. Di encama êrîşê de kolberekî Kurd hate kuştin. Kolberê Kurd ku hate kuştin yê bi navê Îsmaîl Ezîzî ji bajarê Mehabadê bû û 33 salî bû.

Di van her sê hefteyên bûrî de 9 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Urmiyê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

PeyamaKurd

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.